Ew çi hale?
Ji ser serê min de ewrên tarî…
Dil birîn,
Mêjî birîn,
Hês birîn..
Demsal a xwînê…
Wek baranê dibare xwîn.
Ez wek pelim zivistanê de.
Difirim welatekî bê ziman.
Guh birîn,
Ziman birîn…
Xem kom bune di dilê min de.
Vekêşin!
Vekêşin!
Çavê min agir dirijînin.
Wek zebanî ya li ser min nesekinin.
Wexta mirinêye…
Dil qêrîn da.
Lîngê min ketin rêya mirinê.


Yorum bırakın